Seroka navçeya Nisêbînê ya HDPê hat tewqîfkirin
Berî vê 3 rojan li Nisêbînê di serdegirtinên ku hatibûn kirin de 4 kesên ku di nav wan de îdarevanên HDP û DBPê jî hebûn hatibûn binçavkirin. Ji van 4 kesan 3 kes ji teref dadgehê ve hatin tewqîfkirin.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin di serdegirtinên ku li Nisêbînê hatibûn kirin de Seroka navçeya Nisêbîna ya HDPê Sabîha Gunduz , rêvebirên navçê yên DBPê Erhan Dînç, Ramazan Altan û Serokê MEYA DERê ya şaxê Nisêbînê Sabîh Cebe hatibûn binçavkirin.
4 kesên ku di serdegirtinan de hatibûn binçavkirin sewkî dadgehê kirin. Ji van 4 kesan Seroka navçeya Nisêbîna ya HDPê Sabîha Gunduz, ji rêvebirên navçê yên DBPê Erhan Dînç û Serokê MEYA DERê ya şaxê Nisêbînê Sabîh Cebe bi sedema kirina propagandaya rêxistinê hatin tewqîfkirin. Ji rêvebirên DBPê Ramazan Altan jî bi şerta darizandina negirtî hat serbestberdan.(ÎLKHA)