• DOLAR 32.511
  • EURO 34.997
  • ALTIN 2435.258
  • ...
Li Zêdkan (Eleşkîrt)ê qezaya trafîkê: 2 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di navbera herêma Zêdkana Agirî û Horosana Erziromê de qamyona qurmik barkirî û otomobil li hevdu qelibîn. Di encama qezayê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin  otomobîla bi plakaya 19 TK 715 ya ku ajokarê wê Hamît Kaya bû û qamyona bi plakaya 41 RU 247 ya ku qurmikbarkirî bû li hevdu qelibîn. Di qezayê de otomobil têkete bine qamyonê.

Ajokarê otomobîlê Hamît Kaya di cihê qezayê de jiyana xwe ji dest da;  Mewla Saglama ku di qezayê de birîndar bûbû jî li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Şifêrê qamyonê û kesê cemê di qezayê de sikvik birîndar bûn. Her duyan  jî ambulansan birin nexweşxanê û wan li nexweşxanê tedawî kirin.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir