• DOLAR 32.511
  • EURO 34.997
  • ALTIN 2435.258
  • ...
Li Qoserê di navbera xwendevanên Qursa Qur'anê de pêşbirga zanyarî hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qursên Qur’anê yên ku ji  teref Serokatîya Karên Diyanetê ve bi navê “Haydî ciwanno di meha Qur’anê de em bi Qur’anê re werin cem hev” heftîyek  ma ku xelas bibin. Di vê heftîya dawîyê de ji teref Miftîtîya Qoserê ve di navbera şagirdên qursê yên serkeftî de pêşbirga ilmî hat kirin.

Pêşbirk li mekteba Dibistana 23 Nîsanê hat kirin. Ji 300 camîyê ku şagird lê ders distandin tevde 150 xwendevan beşdarî pêşbirgê bûn.

Di derbarê pêşbirga ku hat kirin de wekîlê Miftîyê Qoserê Kemal Kahraman destnîşan kir ku wan vê pêşbirgê ji bona asta perwerdehîya zarokan hînbibin kirine. Kahraman her wiha ragihand kesên ku di pêşbirgê de bi ser bikevin ew ê xelatê bidin wan û seydayên wan. (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir