• DOLAR 32.511
  • EURO 34.997
  • ALTIN 2435.258
  • ...
Xelkê ku di navbera du agiran de maye bêçare ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xelkê ku li navenda navçeya Sûra Diyarbekirê dijîn ji ber şerên ku di navbera PKKyîyan û polêsan de derdikevin gilîdar in. Xelkê navçê destnîşankirin ku di wan şerên ku di navbera her du terefan de derdikevin car car berikên çekan li dîwarên malên wan jî dikevin. Ji ber vê yekê xelkê navçê destnîşan kirin ku ji ber ku dereke din ji bona ku ew biçin tune ye ew mecbûr in ku ji naçarî wek mertala zindî bijîn.

Nîştecihên taxê ji ber bûyeran destnîşan kirin ku ew her şev bi tirsa mirinê dijîn.

Ji nîştecihên taxê yê ku nedixwast navê xwe eşkere bike di derbarê mijarê de wiha diyar kir: “Em êdî ditirsin zarokên xwe berdin sikakê, em ditirsin wan bişînin nan. Lewra di sikakan de xendekan dikolin û ji teref kesên rûyên wan nixumandî rê tên birîn. Êdî em qet naxwazin di bin van şert û mercan de bijîn.”

 “Edî bes e! Ev şer wê heta kengî bidome…”

Ji dikandarên navçê nanvan Zekî Çelîk ji bikaranîna çekên giran re bertek nîşan da û  di derbarê rewşa dumahî de wiha ragihand: “Ji ber van şerên ku di navbera polês û PKKê de derdikevin em dikevin zirara him maddî  him jî ya manewî. Me di navbera şer de dihêlin. Ew gulê û berikên ku di dema şer de tên berdan ne dereba ne cam ne jî dîwar bi me ve hiştin.Ew silehên ku tên bikaranîn dîrekên ceyranê jî hildiweşînin. Ji ber bikaranîna van silehan em dikevin mitala.Ev bajêra xweşik a ku em lê dijîn bila nexin nava agir.Bes e!Ev şer wê  heta kengî bidome…”

Muxtarê Taxê: Rêya min dibirin

Muxtarê taxa Lalabeyê Abdullah Çelîk jî di derbarê mijarê de wiha ragihand: “Ji nîştecihên taxê re ne şev ne jî roj maye. Ji her terefî li min digerin û alîkarîyê ji min dixwazin. Ji ber vê yekê ez geh diçim vî rexî geh jî wî rexî. Lê belê rêya min dibirin û mudaxeleyî min dikin.Ez ketime rewşeke wiha ku êdî ez nema dikarin razim.”

 “Em wek mertalê zindî têdikevin malên xwe”

Muxtarê taxê axavtina xwe wiha da domandin: “Ev mal wek ku tê dîtin berikên çekan li wan ketine. Di nava van malan de zarok û pîrek dijîn.Xwedîyê malekî ji van ji min re got ku ew ji bona ji berikan bazbidin xwe veşardine bodruma xanî.Xelk ji ber vê yekê perîşan bûye. Ji mexdûrbûyîna xelkê kesên xwedîyê meqaman berpirsîyar in.Bila qeymeqam were vê derê û heta şeveqê li vir bimîne. Em her roj wek mertalên zindî dikevin malên xwe. Kes li me xwedî dernakeve.Êdî ev bar ji me re giran tê.Dêyên me li min  digerin û dibêjin ‘Muxtar camê min şikandin, ceyran nîne, ka tu li kû derê yî?” bi vî awayî bertekên xwe nîşan didin.”

Ji nîştecihên taxê Mekîye Yaşli jî mexdûrbûyîna xwe wiha anî ziman: “Em derdikevin jorê ji behna xaza rondikbariner îdare nakin, em dadikevin jêrê gulle îsabetî me dikin. Bi kurtasî cihekî ku em biçine tune ye. Em ê çi bikin , ji kî alîkarîyê bixwazin em qet nizanin.Em bi vî awayî di nava şer de mane.”(ÎLKHA)









































Bu haberler de ilginizi çekebilir