• DOLAR 32.52
  • EURO 35.011
  • ALTIN 2437.401
  • ...
Êrîşa çekdarî li Qonaxa Hikûmetê ya  Nisêbînê hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê kesên PKKyî êrîşa çekdarî li Qonaxa Hikûmetê ya Nisêbînê kirin.  Di dema êrîşa çekdarî de  di heman demê de polêsan bersiv da û di navbera wan de şer derket. Di encamê şer de polêsek giran birîndar bû û her wiha nûçegihanê AAyê jî ji teref polêsan ve hat derbkirin.

Li navçeya Nisêbînê duh êvarî di derdora seat 21.00an de kesên PKKyî êrîşî Qonaxa Hikûmeta Nisêbînê kirin. Di êrîşê de polêsek giran birîndar bû. Polêsê ku di êrîşê de giran birîndar bûbû rakirin nexweşxanê.

Polês nûçegihan derb kir

Her wiha hat ragihandin  nûçegihanê AAyê Arîf Altunkaya yê ku êrîşê dikşand vîdyoyê ji teref polêsan ve hat derb kirin. hat hînbûn polêsan dest danîye li ser kameraya nûçegihanê AAyê.(ÎLKHA)


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir