Li Cizîrê borîya avê teqîya
Li navçeya Cizîra Şirnexê borîya avê ya vexwarinê teqîya. Ji ber vê yekê av kete malan.
Li sikaka Deryaya taxa Dîcleyê borîya ava vexwarinê di seat 09.30an de ji ber sedemekî nediyar teqîya.
Piştî teqîna borîya avê gelek mal di bin avê de man. Gelek kes jî ji bona av tênekeve mala wan li gor îmkan û derfetên xwe bi sitîlan avê tahliye kirin.
Nîştecihên taxa destnîşan kirin ku xebera teqîna avê dane şaredarîyê , lê belê hê jî tu kes nehatiye cihê teqînê. Nîştecihên taxê ji ber vê yekê bertek û reaksîyon nîşanî vê rewşê dan.