Ecrîna ku winda bûbû ew ê li giştê Tirkîyê lê bê gerîn
Walîyê Mêrdînê Emer Faruk Koçak di derbarê Ecrîna ku berî niha winda bûbû de destnîşan kir ku li temamê Tirkîyê lê bê gerîn.
Weke ku tê zanîn zaroka bi navê Ecrîn Tunç a ku berî vê 39 rojan winda bûbû.
Walîtîya Mêrdînê Emer Faruk Koçak di derbarê Ecrîna ku winda bûbû de wiha destnîşan kir: “ Ez hêvî dikim ku Ecrîn hê jî dijî û ez hêvî dikim ku di demekê nêz de were dîtin.”
Walîyê Mêrdînê di derbarê windabûn û lê gerîna Ecrîna 5 salî de civînek bi Alîkarê Walî Tolgakamîl Ersoz, Fermandarê Tugaya Cendirmê ya Bajêr Alaattîn Karsavuran, Midurê Ewlehîyê ya Bajêr Lutfullah Ugur Pekcan û her wiha bi temsîlakrên sazîyên civakî yên sivîl û mensubên çapemenîyê re “ Civîna Eqla Hevpar” li darxist. Di civîna ku hatiye kirin de hat destnîşan kirin ku Ecrîn Tunç a ku 5 salî ye û berî vê 39 rojan winda bûye ew ê li temamê Tirkîyê xebatên lê gerînê bên dest pêkirin.
Ecrin çawa winda bûbû?
Ecrîn Tunç a ku 5 salî bû di 14ê hezîranê li taxa Harmanliyê ji bona here dikanê ji malê derketibû ku ji wê rojê ve tu xeber jê nehat standin. Ji bona dîtina wê gelek xebatên lê gerînê hatibûn kirin; lê belê tu xeber û delîl di derbarê Ecrîn de nehatibû dîtin.(ÎLKHA)