• DOLAR 34.223
  • EURO 37.938
  • ALTIN 2919.06
  • ...
Zozanvanên Agirî li benda çareserkirina pirsgireka ceryan û avê ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xelkê zozanê, xwestin ku gavek berî gaveke pirsgirêka av û ceryan divê were çareserkirin. Yildiz Yakuta ku ji ehlê xelkê zozanê ye di derbarê pirsgirêkan de wiha axivî: “Ji bona ku em xwe pakij bikin û cilên xwe bişon av ji me re pêwîst e. Ji ber ku av tuneye em di van nuqteyan de zehmetîyan dikşînin. Her wiha zarokên me jî biçûk in. Em bêav nikarin li zozana îdare bikin. Ji hemû tiştî, tiştê muhîmtir jî ev e ku em di vê meha mibarek a Remezanê de ne.”

Di derbarê kêmasîya avê de Hayrettîn Yakut wiha axivî: “Ji konên me kîlometreyekê dûr kanîyekê gelekî xûrt heye. Heger ava wê kanîyê were depokirin wê demê ew av dê têra çend gundan bike. Dema ku berf dihelî em tên van zozanan û heta 8 mehan jî em li van deran dimînin. Lê belê ji ber ku av tuneye em gelek caran leqayî astengî û pirsgirêkan tên. Lewra, nexasim em di meha Remezanê de ne. Ji ber vê yekê em gelekî zehmetîyan dikşînin.”

Faîk Yildiz ê ku nîştecihê zozanê bû di derbarê pirsgirêkan de wiha axivî: “ Ji ber ku ceryana me tuneye em gelekî zehmetê dikşînin. Em nikarin tu tiştê xwe mîna goşt nikarin muhafize bikin. Em di bin şewqa mûmê de îxtîyacên xwe peyde dikin. 150 malî li vê zozanê dijîn.”

Nîşticihên zozanê destnîşankirin ku ew zozana ku lê rûdinin ji 150 malî pêk tê û pirsgirêka wan a herî girîng av û ceryan e. Her wiha nîştecihên zozanê xwestin ku pedivîyên wan a ceryan û avê gavek berî gavekî werin çareser kirin.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir