• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
"Divê derîyên camîyan heta dawîyê ji zarokan re werin vekirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Arîf Gokçeyê ku miftîya bajera Edenê di derbarê qursên Qur’anê  de nirxandinan kir û destnîşan kir ku camî ji bona zarokan cih û mekanên pratîkê ye ango cihên emelkirina ilmê ye.

Gokçeyê ku  di derbarê qursên Qur’anê de ji ÎLKHAyê re axivî diyar kir ku eleqeyeke mezin ji bona qursan heye.

Gokçe di derbarê mijarê de ji seydayên qursan çend daxwazî kir û axavtina xwe wiha domand: “Divê ew seydayên me yên ku li qursan dersa Qur’anê didin, li hemberî zarokan rûken bin, ziman şîrîn , ji dil û can bin da ku zarok hînî camîyan bibin. Ji ber vê yekê divê em derîyên dilen xwe ji zarokan re heta dawîyê vebikin.”

 “Eleqeyeke mezin ji qursên Qur’anê re heye”

Gokçe axavtina xwe wiha domand: “Qursên me yên Qur’anê 22ê hezîranê dest pê kirin.Niha  hezar û 700 mela û muezin di camîyan de û nezî 900 hînkerên Qur’anê li qursên Qur’anê her wiha hinek jî li mekteban dest bi ders dayîna Qur’anê kirin. Bi vî awayî qursên me yên Qur’anê dest pê kirin.Hemd ji Xwedê re, weke her sal îsal jî eleqeyeke meziin ji bona dersa Qur’anê heye. Ji ber vê yekê em kêfxweş in.”

Gokçe di derbarê zarokan de axivî û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Niha bi hezaran zarokên me tên camî û qursên Qur’anê. Ji ber vê yekê mela, seyda û hînker divê li hemberî wan zarokan rûken bin. Lewra camî û mekanên Qur’anê ji bo zarokan cihên  emelkirina ilmê ye.”

“Zarokên xwe ji Qur’anê mehrûm nekin”

Gökçek wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Dê û bavno! Hûn îro çi bidin zarokên xwe hûn ê sibe wê bibînin. Pêwîst e ku zarok hêj biçûkayî hînî Qur’anê bibe.  Ji ber vê yekê zarokên xwe ji Qur’anê, ji hînbûna Qur’anê  û ji exlaqa Qur’anê mehrûm nekin.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir