• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Projeya LGBTyê ya HDPyîyan karesata sedsalê ya herî mezin e.
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bertêkê tund ji bo bernameya HDPyê ya ku dibêjin ‘Bila mafên LGBTyîyan bikevin di bin ewleyîya makezagonê berdewam dikin.

Derbarê mijarê de mela Cemal Çinar nirxandinek da ÎLKHAyê û got,  projeya LGBTyê ya HDPyîyan  kiryarên qewmê Hz Lût ê û HDP  dixwazê vê pêşnûmayê  pêşkeşê gel bike. Çinar bang li alim û aqademîsiyan jî kir û îfade kir ku  li dijî vê pêşnumayê erka herî girîng li ser milên alim û siyasetmedran de ye.

Çinar, kiryarên qewmî Hz. Lût bi bîrxist û nirxandina xwe wiha domand: “ Piştî zarokên Îsrailiyan qewmê herî bi lanet, qewmî Hz. Lût e. LGBT li dijî fitrata însan e û li dijî qanûna îslamê ye. Ev kiryarên qirêj li gor mirovatiyê nîne û li dijî xuliqandina însan e. Ev  projejeya ku bi taybetî  pêşkeşê gelê kurd tê kirin karesat û bobelatek herî mezin e.

Çinar bal kişande li ser hilbijartinên rojava jî û got: “Heta niha me tu car li Emrîka, Îngilîstan û li Frenseyê daxwazî û mafekî  wusa di xebatên hilbijartinên de û partiyek de ne dîtiye û nebîhîstiye.”

Çinar îfade kir ku, ew bixwe ji vê peyva ku HDP di çerçoveya maf û heqan  de bi kar tînin şerm û fedî dike û nirxandina xwe wiha domand: Di vê mijarê de berpirsyariyek mezin li ser milên ehlê îman, aqademîsyen, diyanet, waîz mele, bi kurtasi hemû însaniyetî de ye.

Çinar wiha dawî li nirxandina xwe anî: “ Ev mijar ne di bin berpirsyariya partiyek muxalefetê de ye. Berpirsyariya îslamî ye. Li vê derê êrişek mezin bi fermî li dînê me, îmana me û namusa me tê kirin. Heta niha li rû erde tu tiştekî wiha nehatiye kirin bi me didin qebûl kirin. Heke îroj bertekek besbûnî bihatana nîşandan ne HDP ne jî CHP yê ev LGBT ne di parast. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir