Gumanbarê qetlîama Xanikê hat tewqîf kirin
Di qetlîama ku HDPyîyan li gundê Xanikê ya ku girêdaye Hezexa Şirnexê kiribûn de bav û lawê wî hatibûn bin çavkirin. Ji gumanbarê qetlîamê bav hat serbest berdan û lawê wî jî hat tewqîf kirin.
HDPyîyên ku bi hinceta xebatên hilbijartinê çûbûn li gundê Xanikê ya ku girêdaye Hezexa Şirnexê ye propagandaya PKKyê kiribûn û ji gundîyan 2 kes qetil kiribûn. Gumanbarê qetlîamê Sedat Teber ji teref mehkemeyê ve hat tewqîf kirin.
Şerîf Teber û lawê wî Sedar Teber ên ku piştî bûyerê hatibûn binçav kirin, piştî pirsyarîyê sevkî edlîyê hatibûn kirin. ji teref mehkemeya nobedar ve ji gumanabaran Sedar Teber hat tewqîf kirin, bavê wî Şerîf Teber jî bi şerta qontrola adlî hat serbest berdan. Sedat Tebera ku hatîye tewqîf kirin hat hînbûn ku şandîye hepsa Midyadê.
Di vê navbirê de Sedat Teber ê ku gumanbarê qetilkirina Şîmşek û Talayhan e di îfade xwe de diyar kir ku bi keleşkofê 7 berik û gule berdaye û dema ku gulê reşandîye dîtiye ku kesek ketîye erde. Ji şahidên qetlîamê M.D destnîşan kir ku Sedata Teber bi zanebûn ji Abdûlcelîl Talayhan nîşan girtiye û lê gulê reşandiye.
Sedat Teber di îfadeya xwe de destnîşan kir ku ew û bavê xwe di dema bûyerê de xwe avêtine malê û li cendirmeyan gerîyane. Cendirme jî di mabeyna 15 deqîqeyan de hatine gund. Teber diyar kir ku wî kelaşkofa ku di qetlîamê de bi karanîye daye cendirmeyan.
Li gor îfadeya ji şahidên bûyerê Ş.Şyê: “Ê ku qetlîam daye pê kirin Şerîf Teber e. Gote lawê xwe ‘here tifingê ji malê bîne.’ Dema ku me denge wan bihîst me xwe paş ve kişand ku hêj 100 metro em dûr nebûbûn ku li ser hevdu teqînên tifingê hat. Ji jorê gazî kirin ku Abdûlcelîl Talayhan dane ber guleyan.” (ÎLKHA)