• DOLAR 32.249
  • EURO 34.697
  • ALTIN 2397.054
  • ...
Komeleyên ku li Ewrûpayê ne di derbarê qetlîama Xanikê de daxuyanîyeke tund weşandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî di encama êrîşa HDPyîyan a li gundê Xanikê ya ku girêdaye Hezexa Şirnexê ye 2 endamên HUDA PARê hatibûn qetil kirin re 33 komeleyên îslamî yên ku cûr bi cûr herêmên Ewrupa feelîyetan dikin di derbarê  qetilkirina Xanikê de daxuyanîyeke tund weşandin.

Daxuyanî, li ser navê 33  komeleyên îslamî li ser navê Weqfa Seîdê Nûrsî ya Baselê hat weşandin. Di daxuyanîyê de di derbarê qetilkirina Xanikê  de wiha hat gotin: “Sedema hebûna PKK, bazarkirina misilmanan ji emperyalîstan re ye . Dema ku roja wê hat, ew  kesên ku dijminê îslam û kurdanê  ji xezeba misilmanan,   efendîyên wan dê nikaribe wanan bipareze.”

“Bingeha pêşeroja ku PKK teqdîm kiriye ji xwîn, hesir û qetlîaman pêk te”

Di dewama daxuyanîya ku li ser navê komeleyên îslamî de hat weşandin wiha hat diyar kirin: “  Ew kesên ku li herêmê dijîn û ji xwe re dibêjin em kurd in an jî em humanîst in û her wiha şexsîyeta xwe têxistinê deste PKK bila ji vê bûyerê ders û îbretê bigrin. Em bangewazîyê li wan kesan dikin bila rewşa xwe ji nû ve ji ber çavan derbas bikin.Plana PKKyê a pêşerojê ne li ser aştî û biratîyê ye, li ser hesir û xwînê ye.  Gurûha PKK-HDP kurdan têxistîye rewşeke wiha ku kurd gundîyên xwe û heya ewladê xwe qetil dikin. Ji ber vê yekê bingeha pêşeroja ku PKK teqdîm dike ne li ser aştî û biratîyê ye, li ser xwîn û hêstira ye. Ji vê beyanata me re paşaroja PKK-HDP ya wehşîyanê şahid e. Divê xelkê Kurdistana vê rastîyê bibîne û li gor vê dîtinê hereket bike.”

“Ji bona ku em nebin parîya van qetil û canîyan em bangewazîya yekîtîyê ji sazîyên îslamî û Kurdistanî re dikin”

“Em bangewazî li wan camîa û sazîyên îslamî û Kurdistanî yên ku li Kurdistanê dijîn dikin bi la di vê mijarê de deste xwe têxin bin kevir. Tiştên ku hatine qewimîn diyar dike ku ev gurûhê ku dijminê kurdan e bi taîfeyên bêexlaq re îttîfaq kiriyê û dixwazin ku xelkê kurd ên misilman qetil bikin. Di serê hedefa vê gurûhê de HUDA PAR heye ku eger HUDA PARê ji holê rabike, ew ê wekî din birehetî karibe wan kesên din ji holê rake. Ji bona ku tu kes nebe parîyê van dijminê  kurdan ên ku canî û qatil in, em bangewazîya yekîtîyê û bangewazîya hereket kirina bi HUDA PARê re dikin.”

“Hey ku wext heye bila guh bidin vê bangewazî û hişyarîya me. Ev guhdan dê li xêra wan be”

Di dewama daxuyanîyê de her wiha hat ragihandin: “Dema ku roja wê hat, ew  kesên ku dijminê îslam û kurdanê  ji xezeba misilmanan,  efendîyên wan  jî dê nikaribe wanan bipareze. Em bangewazî li PKK û yên ku li dûv wan de diçin dikin. Berî gavekî werin ji vê dijmintîya ku hûn dikin jê rû vegerînin, di şahidbûyîna kurdên misilman de û di huzurê Xwedê Te`ala de tewbe bikin û xwe teslîmî edaleta Camîaya Îslamî bikin. Hêj ku wext heye guhdayîna bangewazîya me ji xêra muxatabê me re ye.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir