• DOLAR 32.38
  • EURO 34.986
  • ALTIN 2399.042
  • ...
Niseybînîyan ji ber bê xizmetîyê li dijî şaredarîyê îsyan kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Niştecihan taxa Barişê ya  Niseybîna Mêrdînê îddîa kirin bi salan tax û cadeyên wan xerabûyîne û nayen çêkirin. Niştecihan ji ber vê sedemê rê bi kevir, qurm û kutikên daran ase kirin.

Niştecihên taxên îddîa kirin ku di dewra Ayşe Gokhan a ku serokê şaredarîya DBPyî bû ji bo çêkirina rê soz daye wan, lê bele hêj jî soza xwe bi cîh neanîye.

Niştecihan car din diyar kirin ku di dema Sara Kaya ya ku serokê şaredarîya DBPyî bû ji wan re di vê mijarê de soz hatiye dayin lê belê hêj jî ev soz neanîne cih.

Niştecihên taxên ji ber van îddîayan rê bi kevir, qurm û kutikên ji trafîkê re girtin.  Ji ber sedema girtin re polis, muxtarê taxê û zabitn hatine cihê bûyerê. Niştecihên taxê, daxwazên xwe ji amire zabitayan Berces Gunduz re gotin da ku bi cî bîne. Piştî vê hevdîtinê, bi hewldanên polis û muxtar rê hat vekirin.(ÎLKHA)  

Bu haberler de ilginizi çekebilir