• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Xebatên hilbijartinê yên namzetê Hur Yavûz didomin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Namzetê parlementerê serbixwe yê Rihayê Mehmet Yavuz, berî niha ku li navçeya Xelîlîye rûdinişt, ziyaret li Taxa Bahçelîevler û Gundê Hancagizê kir.

Yavûz serdanîya esnafên Bahçelîevler  kir û xelkê taxê ku berê cîranên wî bûn ji vê ziyaretê kêfxweşîyeke gelek mezin nîşan dan.

Ji cîranên Yavûz, destegirîyeke mezin

Esnafên taxê namzetîya Yavuz bi kêfxweşî nirxandin, bi salan ji cîrantiya Yavûz memnûn mayîneke zêde dîtin û ji ber vê destekdana bi her rengî bi lêv kirin.

Namzetê HurYavûz zehmetî û tengasîyên ên xelkê taxê rû bi rû guhdar kir û pişt re kermesa Komaleya Evdilqadir Geylanî zîyaret kir, bona kar ên qenc û xêr sipasî li wan kir.

Piştî ziyaret kirina esnafan Yavûz axifî û got: Esnaf ji alîyê ekonomik ve tengavîyek mezin dikêşin. Bi taybetî esnaf, karker û karmendên ku ji bankan bi şiklê faîzê deyndar bûne, pişkek mezin pere bi dev banka ve birine. Sedem vê digel tengavîyên maddî, rê li gelek tengezarîyên menewî jî vekiriye. 

“Di nav esnafan de hebûna krîzek veşartî qenaeteke belavbûyî ye”

Yavûz her wiha îfade kir: Esnafên Rihayê ji girtîbûna derîyên sînor gazindê dikin, tedawulên tîcarî nînin, di nav esnafan de qeneeta hebûna krîzek veşartî bela bûye û giranbûna dolaran jî bi vê ve girêdidin.

Yavûz axaftina xwe wiha domand: Em di nav xelkê xwe de hevdîtinên rû bi rû dikin, pirsgirêkên wan ji yekem kesan gûhdar dikin û di vî warî de wezife ya hişyar kirina berpirsîyaran bi cîh tînin. Em berpirsîyaran didine zorê da ku ji pirsgirêkên xelkê re çareserîyê bibinin.

Pişt re Yavûz ziyaretek nazikî li muxtarê taxa Mîmar Sînan Îsmaîl Dagbaşi kir û sedemê derketina qada sîyasî, mebest û proseyên xwe vegot.

Dagbaşî ifade kir ku Yavûz di bernameyên TVyê de şopandiye. Ji vê ziyaretê memnûnîyeta xwe anî zimanû serkeftin bo Yavûz xwest.

“Înşallah di pêşerojek nêzîk de emê telepkarê desthilatîyê jî bibin”

Namzetê parlementerên serbixwe Yavûz digel navenda Rihayê xwe ji ziyaretên gundan jî li paş nahêle. Di bergeha ziyaretên malbata, li Gundê Xancagiz a Piçûk  hemwelatî Mustafa Karmelî ziyaret kir.

Yavûz da zanîn ku di bergeha xebatên hilbijartinê de pirsgirêkên xelkê guhdar dikin û xwe ji xelkê re vedibêjin.

Yavûz got: Xelkê me ji gotin û heqîqetên em ifade dikin re zêde tewuccûhê nîşan dide. Sedem ev tişte ku em tînin ziman, li gor xuy û fitreta insanan e. Ev rastî û heqîqetên em bi ziman tînin nirxên me yên hevbeş in. Sedem pêwîst dîtina muxalefetê vê hengamê em teleba muxalefetê bi ziman tînin. Helbet her partî talibê desthilatê ye. Em vê wek dor û nobetekê dibînin; sedem vê pêwist dîtinê em telepkarê muxalefetê ne. Lê belê inşallah di pêşerojeke nêz de emê telepkarê desthilatîyê jî bibin.”

Yavûz li serdana sersaxîyê

Piştî îkraman heyeta Yavûz ji gund derketin, ji bo tazîya mala Kurtbogan çu Akçaqaleyê

Yavûz û heyeta digel, Halil Kurtbogan pêşwazî kir. Di serdanîya sersaxîyê de Serokê Navçeya Xalîlîye Basrî Demîr Kur’an xwend. Yavûz bi kurtasî di derbarê mirin û jiyana piştî mirinê axaftinek kir.

Piştî axaftinê heyetê sersaxî ji malbata Kurbogan re ragihandin û pişt re ji navçeyê veqetiyan.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir