"Midurê dibistanê zarok teslîme PKKyê kir"
Hat îdîa kirin zarokekî dizî kiriye ji teref midûr û 3 alîkarên wî ve ji ber ku teslîme komeleyekî ku nêzî PKK kirine hatin derdest kirin.
Li Amedê midur û 3 alîkarên midurê dibistanekî ji ber sedema zarorekî dizî kiriye teslîme komeleyekî nêzî PKK kirine hatin derdest kirin.
Li gor agahîyên ji teref dozgerîyê ve hatîye daxuyan kirin wiha ye: Zarokekî biçûk di 5ê Gûlanê ya 2015an de ji teref midurê dibistanekî û 3 alîkarên ve li şexsekî ku li ser navê PKK/KCK tevdigeri hat teslîm kirin. Ev kes jî wî zarokê biçûk bir Komeleya Hemwelatiyên Wekhevî û li wir jî ji teref kesên ku endamên YDG-H in ve zext lê hatîye kirin da ku li ser navê rêxistinê êrişan bike.”
Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku piştî 6ê Gûlanê ya 2015an di encama li ser girtina Komeleya Hemwelatiyên Wekhevî de di nav wan de hinek kesên ku karmendê dewletê jî hene tevde 6 kes hat derdest kirin. Navên kesên ku hatine dersdest kirin wiha hat eşkere kirin; Ş.A, M.Z, N.Î, R.B, Ş.A û F.G
Kesên ku hatine derdestkirin piştî lê pirsîna wan ji teref mehkemeya nobedar ve bi sûcê ‘Azadîya şexsî asteng kirin û endambûyîna rêxistina terorê ya biçek’ hatin tewqîf kirin.
Li gor daxuyanîya ji teref Walîtîya Amedê ve hatiye kirin ji kesên ku hatine girtin midûrek û 3 alîkarîyên wî ne. Ji teref van kesan zarok teslîme komele ya ku nêzî PKKyê tê kirin. li wê komeleyê jî bi zext û zordarîyê xwestinê êrişan bi zarok bidin kirin. (İLKAH)