• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ji Civata Ciwanîya Îdeal bernameya mewlûda pîroz
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Civata Ciwanîya Îdeal a Zanîngeha Êlihê ji boneya  1444êmîn salvegara wîladeta Hz. Mûhammed bernameyeke  mewlûda pîroz a bi navê “Rêberê bêhempa Hz.Mûhammed” li dar xistin.

Di bernameyê de gelek xwendevan, alîkarê muftîya Êlihê Muhammed  Ûsif Yaşar, Lêkolîner û Nivîskar Beşîr Şîmşek û nûner û temsîlkarên çend komeleyan cih girtin.Bername bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir. Piştî xwendina Qur’anê şewirmendê Civata Ciwanîya Îdealê Lêkolîner Emer Îmîr  derberê xebatên de axavtinek kir.

Piştî xwendina îlahîyan alîkarê miftîya Êlihê Muhammed Ûsif Yaşar axavtinek kir. Yaşar bal kişande li ser cudahîyên navbira misilmanên îro û ashabîyan û wiha got: “ Ashabên Resûlê Xwedê, Qasidê Xwedê her çi kiribana ew jî mîna wî dikirin, wî dişopandin.  Ji ber vê sedemê jî divê em jî mîna wan bikin.”

Di derbarê girîngîya bernameyê de endamê ÎTTÎHADÊ Mela Beşîr Şîmşek wiha axivî: “ Xwedê Teala her tim ji bo ku me  misilmanan teşwîqê rêya heq bike, ji bo ku em him li vê dinyayê û him jî li dinyaya din jî aramîyê peyde bikin her tim Pêxemberan şandî ye. 124 hezar Pêxember ji bo ku em bibin ebdçê Xwedê û ji bo ku em hemû bibin birayên hevdu ji teref Xwedayê ku bi her tiştan dizanê ve hatîye şandin. Ew kitêbên pîroz jî ji bo vê armancê hatine şandin. Çi wexta ku însanetî rêya xwe şaş kiribe, ji heq û heqîqetê dûr ketibe wê demê di  nava miletê de xerabî û tengasî derketine. Ji ber vê jî Xwedê car din ji wan însanan re Pêxemberê me şandiye.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir