• DOLAR 32.511
  • EURO 34.997
  • ALTIN 2435.258
  • ...
'Kurdistana serbixwe wê pêk were'
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Herêma Kurdistanê li Emrîkayê li Enstîtuya Konseya Atlentîkê  beşdarê panelî bû û behsa şerê DAIŞê û Başûrê Kurdistanê kir û got, îro be yan sibe, wê dewleta Kurdistanê were ava kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî di panelî da got: Divê xelkê kurd bi rêya deng dayîna gel ve bigîje derfêt û îmkanan mafê çarenûsê. Ev jî divê dûrî tundîyê bi aşitî, û hevdu fêmkirinê va be. Ez nikarim bêjim ka kengî, lê Kurdistana serbixwe di rê de ye. Deng dayîna gele me wê pêk were, lê em niha bi têkoşîna li dijî DAEŞê re mijûl in.

Barzanî wiha ragihand:  Em şanaziyê bi wê yekê dikin ku heybet û mezinahiya DAIŞê li ser destê Pêşmerge hat şikestin. Kurdistan bi saya vê yekê bû cîh û warê ketîyan. Plana DAIŞê ew bû ku piştî Mûsilê êrişê Herêma Kurdistanê bike, lê pêşmerge ew plana DAIŞê xira kir. Ti hêz nikare pêşî li ber Kurdan bigire ku çarenivîsa xwe diyar bikin.
 

Barzanî destnîşan kir ku ji bo lihevkirinê hewla wan berdewam e û wiha axivî: Lêbelê ev nayê wê wateyê ku dê li pêşiya mafê çarenûsiya me bibe asteng. Divê gelê kurd bi rêya referandûmê ve bigîje derfêta mafê çarenûsê. Ev jî divê dûrî tundî bi aşitî, koordînasyon û hevdu fêmkirinê ve be. Lêbelê heya wêçaxê ji bo çareserkirina pirsgirêkan çi ji destê me were emê bikin."

Barzanî her wiha di derbarê  serxwebûna Kurdistanê jî  de wiha da zanîn: Ez nikarim bêjim ka kengî, lê Kurdistana azad di rê de ye. Referandûma me wê pêk were, lê aniha em bi têkoşîna li dijî DAEŞê re mijûl in, ji ber wê hat taloqkirin lê Kurdistan dê pêk were. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir