• DOLAR 32.483
  • EURO 34.833
  • ALTIN 2439.675
  • ...
"ÎTTÎHAD  serdanên xwe yên Stenbolê didomene"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mela Enver Kiliçarslan bi serokê SEKAMê Burhanetîn Can re li ser mijara medreseyan axivî.

Kiliçarslan di derbarê medreseyan de wiha peyivî: “ Manewîyata xelkê heremê bi wesîla medreseyan  gihaştîye heya îro. Mixabin bi salan li medreseyan zext û zordarî hat kirin û ev jî bûn sedem ku medrese xwe bidin paş. Medrese him di nava welêt de him jî di derveyî welêt de bi zextan re  rû bir û dibin. Lê belê ligel ew qas pirsgirek û astengan me dîsa  him ji bo pîrekan  him jî  ji bo mêran medreseyan vekir. Em dixwazin car din medreseyan  bigihîjînin statuyên wan a berê.”

“Ji bo medrese bigihîjin statuyên xwe yên berê divê em arîkarîya hevdu bikin”

Serokê SEKAMê Burhanetîn Can jî di derbarê medreseyan de fikr û ramanên xwe wiha anî ziman: “ Ji bona ku em karibin ji nû ve medreseyan zindî bikin divê em bi hevdu re hereket bikin da ku medrese bigihîjin statuyên xwe yê berê.”

Can, di dawîya  axavtina  xwe de wiha got: “Divê ev xelk heşyar bibe û  divê bi hişe îslamî mucadele bike. Îro çi ma misilman perçe perçe bûne?  Heger em dixwazin ji vê belayê xelas bibin divê şurayekî aliman hebe.”

Arîkarê serokê ÎTTÎHADê Mela Mehmet Şenlîk jî  wiha axivî: “ Misilman divê li ser mijarên hevpar biaxivin. Divê di vê mijarê de em semîmî bin.  Misilman divê li hev bicivin  û rewşa hevdu pirs bikin.  Di vî warî de tecrubeyên me yên hevpar  ji me re  gelekî muhîm in.”

“Em ehlê  kibleyê tekfîr nakin”

Mela Beşîr wiha dawî li xeberdana xwe anî: “ Divê misilman  di nava yekîtîyê de bin. Em tu kesê ku ehlê kibleyê be tekfîr nakin. Divê misilman ji wan tiştên ku di nava mislimanan de  dibin sedema fitne û fesadîyê dûr bibin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir