Neteweyên Yekbûyî : Ji her 5 Sûriyeyiyan 4 jê bi xizanyê re rû bi rû ne
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-Moon da zanîn ku ji sedema şerê nexweyî, ji sedî 80'yê Sûriyeyiyan bi xizanî û hejariyê re rû bi rû ne.
Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Ki Moon di konferansa welatên ku alîkariyê! didin gelê Sûriyeyê ya li Kuwêtê hat lidarxistin de axivî û ragihand: “Ji sedema şerê nexweyî ji her pênç Sûriyeyan, çar Sûriyeyî bi xizanîyê re rû bi rû ne.”
Ban Kî Moon da zanîn ku ji sedî 50 zilam, jin û zarokên Sûrî bêçare man û ji cîh û warê xwe veqetiyane.”
Wek tê zanîn ji 2011'an vê de di pevçûnên nexweyî de li Sûriyeyê destpê kirîye, zêdetirî 215 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdetirî 10 milyon kes jî bêçare man û bûn penaber. (ÎLKHA)