• DOLAR 35.351
  • EURO 36.526
  • ALTIN 3033.53
  • ...
Weqfa Karwana Hêvîyê, ekîbên xwe yên lêgerîn û xelaskirina mezin dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di vê çarçoveya de ji bo endamên ku perwerdehîyên xwe bi serfirazî temam kirin re bernameya sertîfîkayê hat tertîpkirin. Sertîfîkayên endaman ji teref Alîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê Cafer Okmen ve hat dayîn.

Okmen piştî dayîna sertifîkayan daxuyanîyek da û îfade kir ku piştî erdheja 6ê Sibatê wan fêhm kirine ku di vê beşê de kêmasîya wan hene û ji ber vê yekê dest bi xebatan kirine.

“Me li giştîyê Titkîyeyê xebatek da destpêkirin”

Okmen, “Welatê me erdhejekî wek 6 Sibatê dît. Di vê pêvajoyê de, weka ku di gelek sazîyên civaka sîvîl de çêbû me jî kêmasîyek dît ku yekîneyên me yên lêgerîn û xelaskirinê tineye. Ji bona ku em van kêmasîyên xwe temam bikin li giştîyê Tirkîyeyê xebatek da destpêkirin. Îro me li Edeneyê sertîfîkayên xwe da û pêvajoya perwerdehîyê berdewam dike. Bi îzna Xwedê em ê biçin bajarên xwe yên dinê jî.”

“Tirkîye di cîhekî erdhejên ciddî de ye”

Okmen destnîşan kir ji ber ku welat li herêmekî erdhejê ye mesulîyetên ciddî jî li ser milê wan in, “Mixabin erdnigarîya Tirkîyeyê li herêmekî erdheja ciddî ye. Di nav sedsalê de 16 erdhejên mezin pêk hatine û li gorî reqemên fermî ji 130î hezarî zêdetir însanên me canê xwe ji dest dane. Di erdheja 6ê Sibatê de jî 14 milyon însan tesîrdar bûn, ji 200 milyarî zêdetir zerar çêbû. Li hember van reqemên mezin û tirsdar em jî ji bona  ku wezîfeyên bi me dikevin bi cîh bînin dixebitin.”

“Em di sê merhaleyan de yekîneyên xwe yên lêgerîn û xelaskirinê saz dikin”

Okmen derheqê xebatên Weqfê yên derheqê afetê de jî agahîyan da û weha got, “Hedefa me ev e ku em yekîneyên xwe yên lêgerîn û xelaskirinê di sê merhaleyan de wek sivik, orte û giran saz bikin. Di merhaleya ewil de em armanc dikin ku li giştîyê Tirkîyeyê ekîbên xwe yên lêgerîn û xelaskirinê temam bikin, dûre jî derbasî merhaleya orte bibin. Me destpêka vê xebatê da û emê nesekinin xebatên xwe berdewam bikin.”

Cafer Okmen diyar kir ku ew wek Weqfa Karwana Hêvîyê li giştîyê Tirkîyeyê armanc dikin ku 15 yekîneyan saz bikin û di vî warî de xebatên xwe jî di nav lezekî de didomînin. (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir