Ekîba tenduristiyê ya ku Weqfa Yetîman şandibû Xezzeyê dest bi emeliyatan kir
Ekîba tenduristiyê ya ku ji teref Weqfa Yetîman Xezzeyê ve hatiye şandin di bin şert û mercên dijwar de emeliyatan dikin.
Wehşeta siyonîst a ku piştî 7ê cotmehê dest pê kiribû jî bênavber dewam dike, yek ji hedefên ku bi zanebûn hatin hilbijartin nexweşxane û xebatkarên tenduristiyê bûn.
Li Xezzeya ku ji ber bomberdûmanan piraniya nexweşxaneyan bi temamî xerabûne, xebatkarên tenduristiyê di bin şert û mercên gelekî dijwar de hewl didin birîndaran derman bikin.
Weqfa Yetîman a ku li Xezzeyê xebatên xwe yên alîkariya însanî didomîne, herî dawî 3 doktorên pispor ku di nav wan de cerahekî ortopedî, cerahekî giştî û cerahekî zarokan jî hene, şandin Xezzeyê.
Ekîba ku gihişte Xezeyê piştî muayeneyên ewil dest bi emeliyatan kirin.
Pisporê Cerahiya Giştî Dr. Omer Faruk Aydogan, ku di ekîba ku bi rêya Weqfa Yetîman çûbû, emeliyatên ku kirine vegot.
Aydogan destnîşan kir ku ji çar aliyê dinyayê doxtorên Misilman ên hesas hatin Xezzeyê û ji hemû nexweşan ra şifaya xêrê xwest.
Weqfa Yetîman dabû zanîn ku ekîb ji bo bi hezaran kesên ku li Xezzeyê li benda emeliyat û dermankirinê ne derketin rê û bang li xêrxwazan kir ku alîkariya Xezzeyê bikin. (ÎLKHA)