• DOLAR 35.157
  • EURO 36.64
  • ALTIN 2966.83
  • ...
Ji TESSEPê bernameya “banga nixumandinê”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îlahiyatnas û Nivîskar Mehmet Goktaş wek axaftvan beşdarî bernameya ku li Navenda Çanda Genç Osman a Şaredariya Gungorenê bi beşdariyeke mezin hat lidarxistin bû.

Seroka TESSEPê Bildane Kurtaran di vekirina bernameya ku bi tîlaweta Qur'ana Kerîm dest pê kir de axivî û diyar kir ku kesên bi sedsalan e li dijî Îslam û pîrozên Îslamê şer dikin, pêşî li dijî nixumandinê piştre jî, li ser nixumandinê li dijî nasnameya jinên misilman şer îlan kirin.

“Dixwestin nava meneya nixumandinê vala bikin û rihê wê bikujin, lê bi ser neketin û wê bi ser nekevin”

Kurtaran wisa gotinên xwe domand, “Carna bi têgeha azadiyê, carna jî di bin maskeya mafên jinan û wekheviyê de derketin ser sehneyê. Carinan bi moda, estetîk û kozmetîkê hewl didan ku nixumandinê ji laşê bawermendan derxin. Carinan jî bi zihniyeta koledariyê ve bi zihniyeta koletiyê ve jin di nava çerxên sermayeyê de veguherandine kelûpelekê hewl didin nixumandinê ji rihê civakê derxin. Dixwestin nava meneya nixumandinê vala bikin û rihê wê bikujin, bikin cesedek li ser eksena têgînên laîk û emperyalîzma çandî. Lê bi ser neketin û wê bi ser nekevin. Ji ber ku bi milyonan însanên ku bi îmanê hatine mezin kirin, her tim bi awayekî herî bi rûmet wek parêzvanên vê kirina pîroz li ber nixumandinê sekinîn e.

Îlahiyatnas û nivîskar Mehmet Goktaşê ku hîn behna xwe neda ji Sûriyeyê hat û di bernameyê de axavtinek kir, diyar kir ku cîhana rojava dipirse bê ka çi li Sûriyê diqewimin na pirse, ew ê nixumadin mecbûrî be û alkol bê qedexekirin dipirse û got ku stûnên herî girîng ên kufrê nebûna ne nixumandin û alkol in.

“Wezîfeya Mislimanan e ku li her derê Xwedê bînin bîra xwe”

Goktaş gotinên xwe werê domand, “Tişta ku îro li ser rûyê erdê bi awayê herî xweş û bilez wehya Îslamê vedibêje nixumandin e. Jinên ku xwe baş nixumandine bila biçin sûkê û bimeşin. Çimkî welatê Îslamê tê meneya cihê ku Îslam lê tê kirin û Xwedê lê tê bibîranîn. Wekî ku jin bi vê halê xwe Xwedê tînin bîra mirov, divê li derve bin. Ger Îslam ne li derve be, kufr wê valahiyê tije dike. Herçiqas tê gotin ku jê re dibêjin Darul Îslam jî, ew cihê ku Xwedê lê nayê jibîrkirin e. Ji ber ku di Darul Îslamê de kolan, dibistan, ekran û pirtûk Xwedê tînin bîra me. Jin di vî warî de xwedî cihekî pir girîng in. Ger hûn ji kafiran bipirsin, gelo ew qebûl dikin ku hûn li derve, li dibistanê, li kampusê bin? Helbet na... Ev îspata herî mezin e ku divê jin û Îslam li derve bin.”

Îlahiyatnas û nivîskar Mehmet Goktaşê ku ji ber xebatên xwe yên li ser nixumandinê ji aliyê TESSEPê ve plaketa wî hat dayîn, pirtûka xwe ya bi navê "banga nixumandinê” ku ji hemû beşdaran re diyarî hat kirin, di dawîya bernameyê de îmze kir. (ÎLKHA)









































Bu haberler de ilginizi çekebilir