Li Xezzeyê di hefteyeke dawî de 5 pitik ji ber sermayê şehîd bûn
Xelkê Xezzeyê ku piştî êrîşên siyonîstên îşxalker di konan de mucadeleya jiyanê didin, bi şert û mercên dijwar ên zivistanê re mucadele dikin. Hejmara zarokên ku di hefteya dawî de ji ber sermayê şehîd bûn derket 5an.
Filistîniyên ku ji ber êrîşên îşxalê yên li Şerîda Xezzeyê neçar dimînin di konan de bijîn, di şert û mercên dijwar ên zivistanê de mucadeleya jiyanê didin.
Li gor WAFAya nûçeya ajansa fermî ya Filistînê hejmara pitikên ku di hefteya dawîn de ji ber sermayê şehîd ketin derket 5an.
Herî dawî jî pitika 1 mehî ya bi navê Cuma El-Batran ku li bajarê Dêr el-Belah di konekî de dima, ji ber sermaya dijwar şehîd bû. Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya birayê cêwî yê pitik Elî El-Batran giran bûye. (ÎLKHA)