• DOLAR 35.438
  • EURO 36.475
  • ALTIN 3047.07
  • ...
Gelê Êlihê, bi meşeke meşaleyî bal kişandin qrîza ku li Xezzeyê diqewime
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi hezaran Êlihiyên ku di pêşengiya Şaxa Ciwanan a Êlihê ya HUDA PARê de hatin cem hev û ji bo protestokirina qirkirin û qetlîamên rejîma îşxalker a siyonîst a ku bi desteka Rojava ve li Xezzeyê tê kirin, meşeke meşaleyî organîze kirin.

Meşa ku bi temaya "Em dawiya hefteya dawî ya salê diyarî Xezzeyê dikin" û Serokê Bajêra Êlihê yê HUDA PARê Davut Şahîn, alim û nûnerên STKyê beşdar bûn li ber Lîseya Pîşeyî ya Endustrîyê bi merasîmî dest pê kir.

Meşa welatiyan a bi meşaleyan heta Kolana Gulîstanê li ber Abîdeya Mafên Mirovan dewam kir.

Bername bi axaftinên li wir hat kirin dewam kir.

“Emê sekinandina xwe ya li ber zilmê bidomînin”

Serokê Bajêra Êlihê yê HUDA PARê Davut Şahînê ku di bernameya ku girseyeke qelebalix beşdar bû de derbarê wate û girîngiya rojê de axavtinek kir û diyar kir ku ew wek partî her tim li dijî zilmê derketine. Şahîn gotinên xwe wisa domand;

“HUDA PARê ji roja ewil ve mucadeleya Quds, Mescîda Eqsa, Filistîn û Xezzeyê hembêz kir û li dinyayê kî bi kîjan rojeva xwe mijûl dibe jî ev yek kir mijara xwe ya ewil, aliyê xwe hilbijart, li kêleka Xezzeyê sekinî, ji bo azadiya Qudsê mucadele kir û mucadeleya xwe didomîne.”

Dûvre Serokê Şaxa Ciwanan a Êlihê ya HUDA PARê Burak Demîr daxuyaniya çapemeniyê ya çalakiyê xwend.

“Xezze, warê wan mêrxasên ku serê xwe tu carî li ber zilmê natewîne ye”

Demîr wisa dest bi xwendina daxuyaniyê kir, “Xezze, warê wan mêrxasên ku serê xwe tu carî li ber zilmê natewîne ye; rûspîtîya kesên ku ji bo edaletê mucadeleyê dikin e. Îro gelê Xezzeyê di alîkî de bi birçîtî û tunebûnê re, di alîyê din de jî bi bombeyên ku mirinê belav dikin re mucadeleyê dikin. Lê ewan tu carî serî netewandin, natewînin jî. Aniha em li vir ji bir destek dayîna mucadeleya wan, ji bo ku ew ne tenê ne û dengê wan bilind bikin li vir kom bûn.

“Birîna Xezzeyê birîna me ya teva ye”

Demîr wisa dewam kir, “Her gava ku emê îro ji bo Xezzeyê bavêjin wê ji bo hemû bindestan hêviyan temsîl bike. Çimkî birîna Xezzeyê birîna me ya teva ye, şahîya wan jî şahîya me teva ye. Peyama ku em bi vê meşê didin cîhanê ev e: Zilm çiqasî mezin be jî wê agirê biratî û hevgirtinê her tim gurtir bibe. Em ê bi hev re li dijî îşxalkerên ku bêgunehên me qetil dikin li ber xwe bidin.

"Bêdeng mayîna ji zilmê re tê maneya erêkirina zilmê"

Demîr bal kişand ku wan gavên dawî yên îsal ji bo "Xezze û Filistîna Azad" avêtin û wiha dewam kir:

“Çimkî em dizanin ku, bêdeng mayîna ji zilmê re tê maneya erêkirina zilmê. Em dixwazin di nav kesên ku li kêleka bindestan disekinin, ne yên li hemberî neheqiyê bêdeng dimînin bin. Em ji bîr nekin: Xezze neynika wijdanê mirovahiyê ye. Û em ê tu carî nehêlin ev neynik bişkê.”

Bername piştî duaya hat kirin qedîya. (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir