• DOLAR 35.332
  • EURO 36.787
  • ALTIN 2961.71
  • ...
Lavrov: Em rê nadin ku Sûrîye parçe bibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku ew bi rêveberîya nû ya Sûrîyeyê re hevkariyê dikin û ew hêvî dikin ku bi Sûrîyeyê re hevkarîya aborî jî pêk bînin.

Lavrov got, "Em ê ji parçebûna Sûrîyeyê re destûrê nedin. îsraîl bila digel ewlehîya yên dinê ewlehîya xwe neke."

Lavrov diyar kir ku  "Em bi rayedarên nû yên Sûrîyê re li ser mijarên teknîkî gotûbêj dikin, di serî de bi ewlekarîya welatiyên me û balyozxaneya me ve girêdayî ne." û ew bi rêya balyozxaneya Sûrîyeyê ya li Şamê bi rayedarên nû yên Sûrîyê re di têkilîyê de ne.

Lavrov got ku ew hêvî dikin ku piştî dewra veguhêz di mijarên aborî û veberhênanê de bi rêveberîya nû ya Sûrîyeyê re hevkarîyê bikin û got, "Ehmed El Şara got ku têkilîya Sûrîyeyê ya bi Rûsyayê re demdirêj û stratejîk e, em piştgirîyê didin vê meylê û piştrast dikin.”

Lavrov der barê hewla îşxalker a li dijî Sûrîyeyê de jî got, "Em ji parçebûna Sûrîyeyê re destûrê nedin û divê îsraîl ewlekarîya xwe li ser hesabê ewlekarîya yên din misoger neke. Eger hin kes bi rastî jî bin jî, nabe ku Sûrîye hilweşe." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir