• DOLAR 35.338
  • EURO 36.497
  • ALTIN 3037.72
  • ...
Lavrov: Tevlêbûna Ukraynayê di nava NATOyê de nayê qebûlkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov li paytext Moskowayê bi Wezîrê Karên Derve û Bazirganiya Derve yê Macarîstanê Peter Szijjarto yê ku serdana Rûsyayê dike re hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de têkiliyên navbera Rûsya û Macaristanê di warên cuda de û mijarên navneteweyî hatin gotûbêjkirin.

Lavrov di civînê de axivî û  diyar kir ku divê sedemên sereke yên çareserîya krîza Ukraynayê ji holê bên rakirin û got, "Yek ji wan sedeman jî hewldana NATOyê ye ku bi pêşveçûna xwe ya ber bi rojhilat ve Ûkraynayê bihelîne. Ev yek ji bo sînorên Rûsyayê xeterîyeke leşkerî çêdike. Rûsya Serokdewlet Vladimîr Pûtîn got ku Ukrayna ne ya qebûlkirinê ye ku bibe endamê NATOyê.”

Derbarê îhtimala cemidandina kêşeyên li Ukraynayê de jî Lavrov tekez kir ku "ev ne rêya ku ber bi aştiyê ve diçe." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir