Li Cenînê êrîşa îşxalkeran: 2 şehîd
Doh êvarê sîyonîstên îşxalker êrîşê Cenînê kirin, di encamê de 2 kes şehîd bûn, ji roja Sêşemê vir ve li Şerîaya Rojavayê hejmarê şehîdan derket 5 kesan.
Îşxalkeran, di seatên êvarê de êrîşî rojhilata Cenînê kirin.
Li gorî ekîbên tenduristîyê, di encama êrîşê de Firas El Casser û Rami El Huveyti şehîd bûn.
Hîva Sor a Filistînê, îfade kir ku El Casser û El Huveytî malên wan hatin dorpêçkirin û hatin şehîdkirin.
Hêzên îşxalkeran, ji roja Sêşemê vir ve li Cenîn û kampê êrîşan li dar dixe. Heta niha di encamê êrîşan de 5 Filistînî şehîd bûn.
Di dema van êrîşan de îşxalkeran bi ÎHAyan jî gule reşandine û 9 kes birîndar bûne. (ÎLKHA)