• DOLAR 35.332
  • EURO 36.796
  • ALTIN 2962.11
  • ...
Hîzbullah derbeyên giran li sîyonîstan xist: 95 leşkeran kuşt, 42 tankan îmhe kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Odeya operasyonê ya Hîzbullahê, diyar kir ku ji destpêka êrîşa bejahîyê heta niha ji teref berxwedanê ve ji sîyonîstan re derbeyên giran hatine dayîn.

Li gorî daneyên ku ji teref odeya operasyonê ve hatîye belavkirin zayîdên ku ji îşxalkeran re hatine dayîn ewakî ne:

“- ji 95an zêdetir mirî û ji 900î zêdetir efser û leşkerên birîndar.

-  îmhekirina 42 tankên merkawayê, 4 buldozerên leşkerî, 2 heb wesayîtên Hummerê, wesayîtekî bi zirx û wesayîtekî ku leşkeran bar dike.

- Xistina sê heb ÎHAyên ji tîpa Hermes 450 û du heb ÎHAyên ji tîpa Hermes 900an.”

Hat desntîşankirin ku di nav van zayîadan de baregeh, mewzî, leşkergeh, şênîyên îşxalker û bajarên di bin îşxalê de ne tinene.

Di daxuyanîyê de xeyn ji van agahîyan ev tişt jî hat gotin:

Ji 17ê Îlona 2024an vir ve temamî 655 operasyon hatine lidarxistin; di nav sê rojên dawîn de heta bakurê Tel Avîvê 63 caran operasyon hatine kirin ku 105 kîllometre kûrahîya wan hene.

Hêzên hewayê ya berxwedanê jî ji 170 zêdetir ÎHAyan li dijî axên îşxalkirî 76 caran operasyon li dar xistine.  (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir