Hîzbullahê ji îşxalkeran re operasyonek li dar xist: 7 mirî
Hêzên parastina qaşo yê rejîma îşxalker a sîyonîst (IDF), daxuyand ku ji ber roketên Hîzbullahê 7 “sîvîl” mirine.
Di daxuyanîya ku li ser hîsaba medyaya civakî ya IDFê ve hat belavkirin de hat diyarkirin ku ji ber roketên Hîzbullahê 7 “sîvîl” mirine.
Di daxuyanîyê de derheqê ku di operasyonê de kîjan herêmên dinê jî hatine hedefgirtin de tu agahîyek nehat dayîn û hat gotin, “Ew ê êrîşên xedar ên Hîzbullahê bê bersiv nemînin.”
Hîzbullah, herî dawîn bi roketan ji bajaroka Metulayê re operasyon li dar xistibû.
IDF jî îddîa kiribû ku ew li orte, jor û rojavaya Celîleyê 30 roketan dane sekinandin. (ÎLKHA)