• DOLAR 34.559
  • EURO 36.178
  • ALTIN 2980.811
  • ...
Li Libnanê hejmarê şehîdan derket 2 hezar û 865an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Libnanê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku artêşa rejîma îşxalker li herêmên cuda yên welat êrîşên asîmanî pêk tîne.

Di encama êrîşên ku berdewam dikin de doh êvarê 45 kes şehîd bûn û 110 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku ji 8ê Cotmeha 2023yan vir ve li Libnanê hejmarê şehîdan derketîye 2 hezar û 865 kesan, hejmarê birîndaran jî derketîye 13 hezar û 47an.

Koça ku ji Beyrûd û alîyê bakurê welat re tê kirin hêj berdewam dike, hikumeta Libnanê jî daxuyand ku ji 500 hezaran zêdetir mirov koçê Sûrîyeyê kirine. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir