Li Hîndistanê agirbaz teqîyan: 1 mirî, 6 birîndar
Li Hîndistanê agirbazên ku bi motorbisiqletê dihatin barkirin teqîyan, di encama qezaya ku pêk hat de kesekî canê xwe ji dest da, 6 kes jî birîndar bûn.
Li wîlayeta Andra Pradeşê agirbazên ku ji bo Festîwala Dîwalîyê bihatana şixulandin di encama qezayekî de teqîyan.
Agirbazên ku ji teref du kesan ve bi motorbisiqletan dihatin barkirin, ji ber ku motorbisiqlet ket nav çelikê teqîya.
Di encama teqînê de kesekî canê xwe ji dest da, 6 kes jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku teqîn li nêzê komekî însanan pêk hat. (ÎLKHA)