• DOLAR 34.245
  • EURO 37.196
  • ALTIN 3011.535
  • ...
Li Herêma Kurdîstana Başûr ji bo hilbijartinên parlementeran gel çûn ser sindoqan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li RHKByê hilbijêran ji bo hilbijartina parlementeran a serdema 6. ku ev 2 salane dihat taloqkirin, ji seet 07.00an ve çûn ser sindoqan.

Di pêvajoya dengdana taybet a roja Înê de ku tê de 215 hezar û 960 hêzên ewlehiyê beşdar bûbûn, rêjeya beşdariyê ji sedî 97 hat bidestxistin.

Di dengdana îro de 2 milyon û 683 hezar û 618 hilbijêrên giştî mafê dengdanê hene û pövajoya dengdanê wê seet 18.00an bi dawî bibe.

Di hilbijartinên jı teref Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê de hezar û 191 berbijêr hevrikiyê dikin.

Di daxuyaniya roja Îniyê ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê de hat ragihandin ku hemû encamên hilbijartinan wê ji navenda Bexdayê re bên şandin û 24 saetan piştî bidawîbûna hilbijartinên giştî dê encamên yekem ên hilbijartinê bên ragihandin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir