Li Erziromê 25 şikdarên ku beşdarî bûyerên 6-8ê Cotmehê bûbûn hatin qefaltin
Di operasyona Erzirom navendî de, 25 şikdarên ku beşdarî bûyerên 6-8ê Cotmehê bûbûn hatin binçavkirin.
Di operasyonên ku li Erzirom navendî 6 bajaran hatin lidarxistin de, li dijî mirovên ku beşdarî bûyerên 6-8ê Cotmehê bûne xebat hat lidatxistin.
Ekîbên Micadeleya bi Terorê û Îstîxbaratê ya Midurtîya Ewlehî ya Bajêr di koordînasyona Serdozgerîya Komarîyê de, hat tespîtkirin ku 28 şikdarên di 6-8-ê Cotmehê de li Karayazi, Karaçoban, Tekman û Hinisê beşdarî bûyeran bûne.
Di vê çarçoveyê de li Erzirom, Stenbol, Tekîrdax, Mêrsîn, Aydin û Eskîşehîrê operasyon hatin lidarxistin, di encama van operayonan de 25 şikdar hatin binçavkirin.
Şikdarên ku hatin qefaltin, ji Mehkemeya Erziromê re hatin sewqkirin. (ÎLKHA)