• DOLAR 34.256
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2914.481
  • ...
Aliman ji rayedar û xelkan re bang kirin: Hemû îxtîlaf û menfeatên xwe berdin û li hember sîyonîzmê bisekinin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Daxuyanîya çapemenîyê ji teref Alîkarê Seorkê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Abdlulquddus Yalçin ve hat xwendin.

Yalçin, îfade kir ku divê hemû mirovên ku wijdanên xwe winda nekirine bila piştgirîyê bidin Tofana Eqsayê, divê hemû desthilatdaran ji bona ku vê wehşetê bidin sekinandin dest bi hereketê bikin, rejîma îşxalker dema ku êrîşî Filistîn û Libnanê dike tu ferqekî mezhebîyê nake navbera wan, armancekî wan tenê heye ku bila Filistînîyekî bê Îslam û Misilman hebe ku bila ji xwe re Endulusekî duyemîn çêbikin.

Abdulquddus Yalçin bal kişand ku divê êdî Misilman ji vê xewa xefletê şîyar bibin û bang li xelkê kir ku bila beşdarî bernameya ÎTTÎHADUL ULEMAyê ku bi navê “Rûmeta Ummetê Xezze” tertîp dike kir.

Mele Yalçin weha got, “Di sala 1948an de Îngilistan dema ku ji axên Filistînê vekişîya çek û cebilxaneyên xwe ji sîyonîstan re hişt û bi vê şeklê îşxal dest pê kir. Terorîstên sîyonîst jî, Filistînîyên ku tiştekî wan tinebûn ku xwe biparastana qetil kirin û bi tevî desteka Ewrûpayê li ser axên Filistînê dewletekî qorsan damezrandin. Dûre wan dewletên ku piştgirêyê dan wan terorîstan ji bona ku di erdnigarîya Îslamê de bibin wek xançerekî destekên xwe berdewam kirin. Xwe ji hemû qetlîam, qirkirin û qorsanîyên wan re kerr, lal û kor kirin.”

“Ev berxwedan, divê ji teref hemû kesên ku wijdan û însanîyeta xwe winda nekirine ve bêne piştgirîkirin”

Mele Yalçin îfade kir ku rejîma sîyonîst bi piştgirîya Emrîka û bi bêdengîya alema Îslamê van qetlîam, wehşet, qirkirin û îşxala xwe didomîne, “Rejîma sîyonîst tenê axên Filistînê îşxal nekirîye û xwe bi vê îşxalê jî nehiştîye, wan qetil kirîye û wan êsîr jî girtîye, hetta axên ku îşxal kirîye jî firehtir kirîye. Hinek Filistînîyên ku êsîr girtibû wan bi wehşîyane şehîd kirin, hinekên wan jî organên wan derxistin didizin û difroşin.”

Hat diyarkirin ku rejîma îşxalker Filistînîyên ku li hember îşxalê berxwedanê dikin wek terorîstan didin nîşandan û hemû hiqûqa navneteweyî îxlal dikin û serokên tevgera berxwedanê şehîd dike, “Filistînîyên ku li hember vê qetlîam û wehşetê xeyn ji berxwedanê çareyekî wan nemaye û cîhada ku dikin jî mafê wan ê meşrû ye. Operasyona ku di 7ê Cotmehê de Filistînî dabûn destpêkirin ji vê berberî û wehşeta sîyonîstan re bersivekî ye. Micadeleya ku li hember wan kesên ku malên wan xesp kirine ve tê dayîn di sîstema hiqûqê de jî mafekî meşrû ye. Ev berxwedan, divê ji teref hemû kesên ku wijdan û însanîyeta xwe winda nekirine ve bêne piştgirîkirin.”

“Ji bo sekinandina wehşeta sîyonîstan dev ji bangkirina ji welatên dinê re berbidin”

Yalçin derheqê tehrîbata ku bi qirkirin û qetlîaman pêk hatîye de jî axivî û weha got:

“Xezze di bomberdûmana salekî de bûye wek erdekî duz. Xezzeyîyan mecbûr hatine hiştin ku malên xwe û bajarên xwe terk bikin, xwe sipartine dibistan, nexweşxane, camî û dêran lê dîsa jî ji kuştinê xelas nebûne. Di vê pêvajoyê de bi tevî zarok, pîrek, îxtîyar û zilaman 41 hezarî zêdetir Filistînî hatine şehîdkirin, 100 hezarî zêdetir jî birîndar bûne. Tê  îfadekirin ku piranîya birîndaran jî cîhekî wan hatîye jêkirin in. Ji ber ambargoya ku tê kirin jî mirinên ji ber  birçîbûnî û nexweşîn pêk hatine.”

Yalçin di berdewama axavtina xwe de ji rayedarên welatên Îslamê re bang kirin û weha gotin, “Serokên welatên Îslamê! Êdî ji bo sekinandina wehşeta sîyonîstan dev ji bangkirina ji welatên dinê berdin. Me teva dît ku van bangên we pênc qirûş nakin. Sîyonîstan encax ji qewetê fêhm dikin axavtin û bangkirin ne çareye. Divê êdî gavên ku bi çavan bêne dîtin bêne avêtin.”

“Ger ku hûn îro dest bi herketê nekin ewê sibe dema ku wext were we wê dereng be”

Yalçin, “Sîyonîstên ku Filistînê îşxal kirine û salekîye li Xezzeyê qirkirinê bikartînin, îro hazirîya îşxala Libnanê dikin. Sîyonîstên ku serokê HAMASê yên ku li hember îşxalê ne bi sûîqestan şehîd kirine, niha jî serokê Hîzbullahê ku destekê didin HAMASê şehîd dikin. Di hedefa sîyonîstên ku fikra wan ‘yan ji min î yan jî dijminê min î’ de garantî heye ku sibe dor neyê we? Sîyonîzm xerabîya mutleq e. Ger ku pêşîya wî neyê girtin û bi qewetê neyê sekinandin ew ê sibe bibe bela serê dinyayê.”

Yalçin di berdewam daxuyanîyê de banga tîfaqîyê kir, “Ey serokên welatên Îslamê cudahîya mezhebî û îxtîlafîyên meşrebî yên di nav xwe de bidin alî û hêzên xwe bikin yek. Emrîqa û Ewrûpayê bi zelalî destekê didin sîyonîzmê, hûn jî ji xûşk û birayên xwe yên ku li hember wan sîyonîstan herbê dikin û micadeleyê dikin re destekê bidin. Pêşî hemû têkilîyên xwe yên wek dîplomatîkî, bazirganî û leşkerî ya bi rejîma sîyonîst re qut bikin û dûre jî çekên xwe leşkerên xwe ji berxwedana Xezzeyê re ji bo destekê bişînin. Ger ku hûn îro dest bi herketê nekin ewê sibe dema ku wext were we ew ê dereng be. Ya hûnê tev bi hev re vê çeteya sîyonîzmê bidin sekinandin an jî ew ê hebo hebo we tune bike. Di wê demê de jî hûnê hem îqtîdarîyên xwe winda bikin û hem jî dewletên xwe winda bikin. Di dinyayekî ku sîyonîzm neyê tunekirin de tu kes ne di bin ewlehîyê de ye. Vê tiştê baş bizanibin, ger ku sîyonîzm îro eleqeya xwe bi we nake tê vê maneyê ku hêj dora we nehatîye.”

Yalçin di berdewam axavtina xwe de îfade kir ku sîyonîst dema ku xûşk û birayên me qetil dike ferqîyê nake ku ew şiî ye an jî sunnî ye. Ji ber vê yekê divê em jî di nav xwe de wehdetê saz bikin. Mezhebî û meşrebîtîyê ji nav xwe derbixin.

Hat diyarkirin ku sîyonîzm dixebite ku Filistînê bê Misilman bihêlin û wan axan bikin Endulusa duyemîn.

Yalçin di dawîya axavtinê de bang li Misilmana kir ku bila ji xewa xefletê şîyar bibin. Hemû gel jî dawetî bernameya ÎTTÎHADUL ULEMAyê ku bi navê “Rûmeta Ummetê Xezze” tertîp dike kir. (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir