Îşxalkeran li gelek herêmên Şerîaya Rojavayê re êrîşan li dar xist
Rejîma îşxalker vê sibehê li gelek cîhên cuda yên Şerîaya Rojavayê êrîşan li dar xist, li gelek cîhan di navbera terorîstên îşxalker û berxwedêrên Filistînîyan de pevçûn derketin.
Îşxalkeran du seat piştî ku êrîşî bajara Cenîn û Kampa Cenînê kirin vekişîyan. Terorîstên îşxalkeran di dema êrîşê de ciwanekî bi navê Qassam Şafiî jî ji mala wî desteser kirin.
Hat îfadekirin ku li Taxa Rojhilat û Sawha Hilletu’sê jî êrîşî gelek malan kir û di nav malan de lêgerînan kirin.
Tûgaya Cenînê ya Mifrezeyên Qudsê, daxuyandin ku berxwedêran li herêmê Taxa Rojhilat, Sawha Hilletu’s û Îzzeddînê bi îşxalkeran re ketin nav pevçûnê , di pevçûnê de bi pîyade û wesayîtên sîyonîstan re gule reşandin.
Îşxalkeran li dijî gunda Kefer Lakîfa Kaîlkîlyayê êrîş li dar xist. (ÎLKHA)