• DOLAR 34.099
  • EURO 38.097
  • ALTIN 2834.991
  • ...
Tevgera Ensarullahê Yemenê: Me ÎHAyeke aîdê Emrîkayê xist xwarê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê Ensarullahê Yehya Serî, îfade kir ku ew ÎHAyeke ji tîpa MQ-9 a aîdê Emrîkayê ku li ser Walîtîya Dhamarê difirîya xistine xwarê.

Sêşema borî Yehya Serî dîsa diyar kiribû ku sîstemên wan ê parastina hewayê “Di sehaya hewa ya Walîtîya Sa’adeyê de” balafireke bêînsan yê ji tîpa MQ-9 a aîdê Emrîkayê xistine xwarê.

Serî di wê daxuyanîya xwe de weha îfade kiribû, “Hêzên Çekdar yê Yemenê, bang li hemû endamên ummeta Îslamê û Ereban dike ku, li hember xelkê Fîlîstînê ku bû salekîye dûçarê qirkirina Emrîka û Îngilistanê dibin wezîfeyên xwe yên dînî, exlaqî û însanî bi cîh bînin. Hêzên Çekdar yê Yemenê, teyîd dike ku heta dorpêça li ser xelkê Fîlîstîn û Xezzeyê heye neyê rakirin ew ê operasyonên xwe bidomînin.”

Hat diyarkirin ku ev îhaya ku hatîye xistin xwarê îhaya dehemîn e. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir