• DOLAR 34.034
  • EURO 38.017
  • ALTIN 2827.838
  • ...
Li Rihayê mînîbûs û teraktor li hev qelibîn: 12 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li ser rêya Riha-Bozovaya navçeya Pira Reş pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin mînîbûsa ku di bin îdareya H.K. (22) de bû, li nêzê gundê Tûlmenê bi terektora ku di bin îdareya O.B. (68) de bû qelibî.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, cenderme û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Hat hînbûn rewşa birîndarekî giran e.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir