• DOLAR 34.093
  • EURO 37.983
  • ALTIN 2800.033
  • ...
Rejîma îşxalê ya siyonîst 30 Filistînîyên din desteser kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya niviskîya hevpar a Cemîyeta Êsîrên Filistînê û Heyeta Karên Êsîrên Filistînî ya kû girêdayî Rêxistina Azadiya Filistînê ye de hat ragihandin ku, rejîma îşxalê xwe avêtiye hin herêmên cuda yê Şerîaya Rojavayê kirine.

Hat gotin ku, qaşo leşkerên rejîma îşxalê ya siyonîst di dema ser girtinan de 30 Filistînîyên din desteser kirine.

Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku di dema xwe avêtinan de kesên hatine desteserkirin mervên wan hatine tehdît û derbkirin, her wiha malên wan jî hatine tehrîpkirin.

Hat ragihandin ku rejîma îşxalê di êrîşên xwe yên “berfireh” a ji 28 Tebaxê de li Şerîaya Rojavayê di bin îşxalê de ye dike, di 8 rojên dawîn de 180 Filistînî hatine desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji 7ê Cotmeha ku operasyonên tolhildana birêzî a li dijî gelê Filistînê ya rejîma siyonîst dayê destpêkirin, heya îro 10 hezar û 400 kes hatine desteserkirin.

Di êrîşan de hêrî kên 685 Filistînî jî şehîd bûne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir