• DOLAR 34.096
  • EURO 38.178
  • ALTIN 2871.543
  • ...
Îran, tankeke nû da naskirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji yekîneyên Hêzên Bejahîya Artêşa Îranê re tanka bi navê M60 (Silêman 1402) hat dayîn.

Tank, di bernameyeke ku Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Serleşker Seyyîd Abdurrahîm Musewî û Fermandarê Hêzên Bejahî ya Artêşa Îranê General Kîyumers Heyderî beşdarî bûbûn de ji artêşê re hat dayîn.

Hat ragihandin tanka ku hat nûkirin di warê sîstema konrtola gule reşandina çekan de, di tivinga otomatîkî û tivinga otomatîkî ya navend de nûkirin hatîye kirin.

IRNA, destnîşan kir ku ji tankê re kuleya fermandarekî, zirxa reaktîf, xerakirina sînyala înfraredê, telekomînîkasyon, sîstemên herba dijî modernê, bombeyên mijê, qamerayên pêş, paş û kêlekan, elarma şewatê û sîstema tefandina şewatê hatîye zêdekirin.

Hat diyarkirin ku ji tankê re kemerayên şevê jî hatine zêdekirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir