• DOLAR 34.103
  • EURO 38.146
  • ALTIN 2875.028
  • ...
Elîbuyuk: Divê gihandina alîkariyên ji bo Xezzeyê de tu carî sistî nebe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Elîbüyük li Mala Mamosteyan a Mêrdînê ya li navçeya navend Artukluyê bi rojnamevanan re hevdîtin pêk anî û der barê xebatên Kerwana Hêvîyê de agahî da.

Alîkarê Serokê Weqfa Kerwana Hêviyê Erdal Elîbuyuk, diyar kir ku ji bo tevkariyê li zewaca ciwanên ku ji ber zehmetiyên aborî nikarin bizewicin kampanyaya "Projeya Gavê ber bi Hizûrê" berdewam dike.

Her wiha Elîbuyuk diyar kir ku divê propagandaya kêmbûna alîkariyên ku digihêjin Filistîn û Xezzeyê bê paşguhkirin û diyar kir ku alîkariyên ku hem xwe û hem jî hemû rêxistinên alîkariyên mirovî yên cîhanê ji bo Xezeyê kom kirine bi rêya rêxistinên hevkar digihînin Xezzeyê.

"Înşallah em ê projeya xwe ya ku li seranserê welatê xwe li 7 herêman dimeşînin pêk bînin"

Elîbüyük der barê "Projeya Gavê ber bi Hizûrê" ya ku ji bo hevjînên nû dizewicin dikin de wiha got:

“Em ji bo "Projeya Gavê ber bi Hizûrê" ya ku me di destpêka sala 2024an de dest pê kiribû, lê ji ber komkujiya Xezzeyê heta niha rawestandibû, hatin Mêrdînê. Pakêtên me yên piştgirîyê ku zewaca xortên ji ber sedemên aborî nikarin bizewicin hene. 5 pêwîstiyên ku me weke pêwîstiyên bingehîn destnîşan kirine hene. Yek ji van jî ev e ku em ji wan re taxima razanê, koma rûniştinê, sarincek, makîneya şuştinê û firineke peyda bikin, û em ê di vê gava yekem de ku ew di zewaca xwe de pêşkêşî dikin de rêjeyek girîng ji barê wan ji ser milên wan derxînin. Dema ku em gihîştin dawiya sala 2024an, em ê qonaxa yekem a projeya xwe bi zewicandina 100 ciwanan li seranserê Tirkiyê biqedînin.

“Divê gihandina alîkariyên ji bo Xezzeyê de tu carî sistî nebe”

Elibuyuk derheqê mijara alikarîyên Xezzeyê de jî wisa peyivî, “Weke ku tê zanîn îsraîlê rejima îşxalker ligel êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê, Deriyê Sînor ê Refahê jî xist bin kontrola xwe. Ji ber vê yekê alîkarî kêm e. Lê belê alîkarî ne tenê di Deriyê Sînor ê Refahê re derbas dibe. Bi piranî ji deriyê Urdunê, Şerîeya Rojava û riyên din re dikeve hundir. Weke Weqfa Kerwana Hêvî derfeta me çêbû ku em herin Misirê û li cihê xebatên wiha lêkolîn bikin. Belavkirina xwarinên germ, av, pêdiviyên bingehîn û pêdiviyên xwarinê ji roja Tofana Eqsayê ve bê navber berdewam dike. Alîkariya me li ser navê me bi rêya rêxistinên hevkar ên navxweyî tê belavkirin. Ne tenê em, li seranserê cîhanê gelek saziyên alîkariyê jî gihandina alîkariyên xwe ji bo Xezzeyê didomînin. Heqê alîkariyê têrê neke jî, ew bi tevahî girêdayî alîkariya ji derve ne. Bi rastî dema ku divê rojane nêzî 800 kamyon têkevin Xezzeyê, niha jî rojane nêzî 100 kamyon dikevin Xezzeyê. Ji bo sekinandina qetlîamên li wir sê erkên me hene. Di nav van erkan de; bexş kirin, li qadan protesto kirin û boykot kirin heye.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir