Li Pakistanê otobusa rêwîyan ji kendalê gindirî: 12 mirî 22 birîndar
Hat ragihandin di encama qezaya ku li Pakistanê pêk hat de 12 kesan canê xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn.
Qeza li herêma Lasbela ya parêzgeha Belucistanê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobuseke rêwîyan a ku tê de rêwîyên merasîmên Erbeînê hebûn û ber bi Îranê ve diçû ji ber sûreta zêde ji kontrolê derket û ji kendalê gindirî.
Di encama qezayê de 12 kesan canê xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên li derdorê.(ÎLKHA)