Bi dehan sîyonîst, êrîşî Mescîdî Eqsayê kirin
Bi dehan sîyonîst di bin parastina hêzên îşxalkeran de ketin nav Mescîdî Eqsayê.
Li gorî çapemenîya Fîlîstînê şênîyên îşxalker, bi komî ketin nav hewşa Mescîdî Eqsayê û rîtûelên xwe yên Talmudîkê bikar anîtin.
Hat diyarkirin ku hêzên îşxalker Bajara Kevn a Qudsê kirine wek leşkergehê û ji têketina mirovên ku ji bo îbadetê têne re astengîyê derdixin.
Hat ragihandin ku hêzên îşxalker bi sedan endamên xwe li nêzê Mescîdî Eqsayê cîh girtine. (ÎLKHA)