• DOLAR 34.098
  • EURO 38.097
  • ALTIN 2833.142
  • ...
Li Dîyarbekirê di sîteya senayîyê de şewat derket
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Dîyarbekirê dî Sîteya Senayîya 3yemîn de, di Kolana 3yemîn a Bloka S2yê de, ji ber sedemeke ku hêj nediyare şewatek derket.

Şewat di seat derdorê 08.30yan de di dikanekî ku parçeyên êdek tê firotin de şewat derket û di demeke kurt de belavê 2 dikanên dinê jî bû.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên îtfaîye, TOMA û wesayîtên avdayînê hatin sewqkirin.

Polês jî li herêmê ji ber talukeya teqînê tedbîrên mezin girtin û şewat jî di encama midexeleyekî mezin de hat binkontrolkirinê.

Hat diyarkirin ku di encama bûyerê de mirî û birîndar tinene lê 2 endamên îtfaîyeyê ji dûmanê tesîrdar bûn û di ambûlansan de ji wan re midexele hat kirin.

Hat diyarkirin ku şewat hat binkontrolkirinê û li herêmê xebatên sarkirinê didome. (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir