• DOLAR 34.567
  • EURO 36.213
  • ALTIN 2964.845
  • ...
Li Şûcaîyeyê ji 60î zêdetir cenazeya şehîdan hat dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Artêşa îşxalê, nêzê du heftêye ji alîyê bejahîyê êrîşî Şûcaîyeyê kiribû, li wê derê xerabûn û qetlîameke mezin hişt.

Bi tevî ekîbên xelaskirinê û ambûlansan xelkê sîvîl jî ketin nav Taxê û di nav taxê de şehîd û birîndaran gerîyan.

Çavkanîyên herêmî diyar kirin ku ew gihaştine 60 cenazeyan, bi dehan cenaze hêj li erdê ne û di bin enqazan da ne.

Hat dîtin ku îşxal li herêmê ji sedî 85 xanîyan xera kirîye û ew tax bûye wek cîhê afetê. Bal hat kişandin ku li taxê klînîkeke tenduristîyê jî hatîye tunekirin.

Bal hat kişandin ku rejîma îşxalker cîhê derketinê nîşan kirîye û digel wê îlanê dîsa sîvîlan hedef digre.

Êrîşên îşxalê li herêmên dinê didome.

Xeyn ji Taxa Şûcaîyeyê êrîşên îşxalkeran li Taxa Tel El-Havayê û gelek taxên Xezzeyê didomin. Rejîma sîyonîst dixwaze ku wan taxan  bike cîhên xerabûyî û tune bike.

Li gorî texmînên ewil tê diyarkirin ku li Tel el-Havayê herî kêm 50 kes şehîd bûne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir