• DOLAR 34.014
  • EURO 37.867
  • ALTIN 2821.2
  • ...
Li Êlihê keça ciwan a ku ji ber dengê birûskê ji tirsa krîza dil derbas kir jiyana xwe ji dest da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer duh di derdora seat 05:00an de li Taxa Beldeyê pêk hat.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin Bûşra Ceren Îmîr a 23 salî ya ku li balkona mala xwe radiza, ji tirsa birûskê ya tund ji nişka ve ketibû panîkê.

Îmîra ku ji aliyê malbatê ve hat rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê, tevî hemû mudaxaleyan ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Hate hînbûn ku keça ciwan beriya 10 rojan yek ji mezûnên yekem ên Zanîngeha Yalovayê, Fakulteya Zanistên Tenduristiyê, Beşa Fîzyoterapî û Rehabîlîtasyonê bû.

Ji ber wefata Îmîr Rektorê Zanîngeha Yalovayê Profesor Doktor Mehmet Bahçekapili jî li ser hesabê fermî yê zanîngehê peyama sersaxiyê weşand.

Ji Mala Sersaxiyê ya Şêx Huseyîn a Taxa Şafakê sersaxiyên Îmir ji aliyê malbata wî ve tên qebûlkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir