Wê li Stenbolê sedî 10 firîn bên betalkirin
Hat ragihandin ku li Stenbolê ji ber hewayên neyînî hin firînên ku berê hatibûn plankirin wê bên betalkirin.
![Wê li Stenbolê sedî 10 firîn bên betalkirin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/6s-Dld0j-CP9k718AmFm5FkUu5M=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/28/we-li-stenbole-sedi-10-firin-ben-betalkirin-32de45a0.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Hat ragihandin kuji ber hewayên neyînî, sedî 10 firînên heta seet 13.00an ên li Balafirgeha Sabîha Gokçenê wê bên betalkirin.
Derheqê mijarê de Endustrîyên Hewavanî û Fîrmayê Balafirgehê (HEAŞ) daxuyaniyek belavkir û got:
“Di 11.07.2024an de ji ber şert û mercên hewayê yên neyînî yên ku li Balafirgeha Sabiha Gokçen tê payîn, li gorî biryara li MADKOMê; Ji sedî 10ê seferên heta saet 13.00an dê bên betalkirin. Hûn dikarin firîna xwe li ser malper û navenda bangê ya balafirgehê bişopînin.” (ÎLKHA)