• DOLAR 33.999
  • EURO 38.077
  • ALTIN 2829.958
  • ...
Pezeşkîyan: Piştgirîya Îranê ya ji bo berxwedanê wê bi xurtî dewam bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê nû yê Îranê Mesûd Pezeşkîyan ji bo bijartina wî peyama pîrozbahiyê şandiye wî spasiya xwe ji Seyîd Hesen Nesrullahê Sekreterê Giştî yê Hereketa Hizbullaha Lubnanê kir.

Pezeşkîyan di peyama xwe de wiha got: "Komara Îslamî ya Îranê hertim piştgîriya Micadeleya Berxwedanê ya li dijî îsraîla siyonîst kiriye. Piştgiriya ji berxwedanê re ku li ser esasên îmam Xumeynî û rênimayiyên ayetullah Xamaneyî ye. di nava polîtîkayên bingehîn ên Komara Îslamî ya Îranê de cih digire, bi hêz e."

Pezeşkiyan got, "Ez bawer im ku komên berxwedanê yên li herêmê rê nadin ku sûcên şer ên rejîma îşxalker ên li dijî gelê mezlûm yê Filistînê û gelên din ên li herêmê dewam bikin. Ji gelê Lubnanê re serkeftin û pêşketin û ji bo berxwedêrên qehreman re jî serkeftin dixwazim."

Seyîd Hesen Nasrullah ji ber serkeftina hilbijartina serokkomariyê li Mesûd Pezeşkiyan pîroz kir.

Nasrullah di peyama xwe de wiha got: "Hizbullah û tevgerên berxwedêr ên herêmê, Komara Îslamî ya Îranê wekî piştgirekî xurt dibînin. Em ê li gel hikûmeta we rêya xwe ya ji bo bidestxistina serkeftina dawî bidomînin." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir