Rûsyayê êrîş bir li ser Donetskê: 7 mirî 20 birîndar
Hat ragihandin Rûsyayê bi mûşekan êrîş bir li ser bajara Donetska Ukraynanyê. Di êrîşê de 7 kesan canê xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.
Walîyê Donetskê Vadym Filashkin derbarê êrîşa ku ji teref Rûsyayê ve hat lidarxistin de daxuyanîyek belav kir.
Vadym Filashkin di daxuyanîya xwe de destnîşan kir, Rûsyayê bi mûşekan bajara Donetskê bombebaran kir, di encama bombebarana ku hat kirin de herî kêm 7 kesan canê xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakriin nexweşxaneyê.(ÎLKHA)