Li Brezîlyayê qezayê otobusê: 10 mirî 42 birîndar
Di encama qezaya li Brezîlyayê pêk hat de 10 kesan canê xwe ji dest dan û 42 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobuseke rêwîyan a ku ji bajara Sao Paulo ber bi bajara Aparecida de Goiania ve diêû qeza kir û qulibî. Di encama qezaya ku pêk hat de 10 kesan canê xwe ji dest dan û 42 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ji birîndaran rewşa 5 kesan giran e.(ÎLKHA)