• DOLAR 32.621
  • EURO 35.42
  • ALTIN 2508.622
  • ...
Şelal Gedo: Tiştê ku PKK/PYDê li Kurdan kirîye tu rejîmek nekirîye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Temsîlkarê di nav muxaleyeta li Sûrîyeyê ya ENKSê de Gedo weha got, “Tiştê ku PYDê li Sûrîyeyê ji Kurdan re dike çi di dewra Hafiz Esad de çi jî di dewra berîya wî de ji teref tu rejîmekî Sûrîyeyê ve nehatîye kirin e.”

Şelala Gedo weha got, “Armanca PKK û PYDê ya li Sûrîyeyê, li welat tunekirina doza Kurdan bû û bi vî armancê artêşa Beşar Esad ji wan re çekan dan û berê wan dan sigê Kurdan. PYDê ku dîroka wî bi êrîşên wehşî tijîye, ji alîgir û serokên ENKSê re êrîşan dike, ev jî ji bo me ne tişteke ecêb e.”

Berdevkê ENKSê Feysal Yusif jî di daxuyanîya xwe ya ku doh kiribû de gotibû ku PKK/PYDê êrîşî alîgirên ENKSê kirine û di wê êrîşê de di navbera wan de zarok û pîrek jî hene nêzê 100 kesan birîndar bûbûn.

Yusuf destnîşan kir ku PKK/PYDê nahêle ku yekî dinê micadeleyê bike û ji micadeleya yekî dinê re rûmetîyê nîşan nadin, “Di êrîşên wehşî de pîrek û zarok jî di nav de nêzê 100 kesan birîndar bûne.”

Xwepêşandana ku ENKS rojekî berê li Qamişlo ji bona ku endamên wan ên girtî bêne serbestberdan lidarxistibûn dûçarê êrîşa PKK/PYDê bûbû, di bûyeran de nêzê 100 kesan birîndar bûbûn.

Di xwepêşandanan de Sekreterê Giştî yê ENKSê Silêman Oso, Endamê Sazîya Serokatîyê Muhammed Îsmaîl, Berdevkê ENKSê Feysal Yusif û Endamên Sazîya Îdareyê Abdussamed Xelef Bîro û Îmet Davut ji teref PKK/PYDê ve hatin desteserkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir